GEŞT Û SEYRANA ME YA ADARA 2012

Posted on June 27, 2012

0



 

 

 

Mart 2012 Dayanışmalı Turizm Seyahatımızda Arkadaşımız Mamoste Ibrahim Xelil Taş’ın Hazirladiği Kürtçe Metni

 

GEŞT Û SEYRANA ME YA ADARA 2012

2012 11 /Adar/ 2012

Saet 10.15 ê şevê. Balafirgeha Amedê sekan bû. Hêdî hêdî mirov ji bo pêşwazî kirina rêwiyên xwe, li ber deriyê balafirgehê li hev kom dibûn. Ez û du kesên nûnerên TUHAD_DER ê jî, ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe yên Îtalî, li ser piyan rawestiyabûn. Em ketibûn nava sohbeteke xweş. Yek carna jî me di camên deriyê balafirgehê de dinêrîn. Dema hatina mêvanên me hatibû lê hêj çu rêwî nedixwiya. Em di meraqê de mabûn. Bi anonsa balafirgehê meraq û fikara me belabû. Balafir pazdeh deqîqe texîr ketibû. Hevpeyvîna me bêtir germ û geş bû. Em careke din bi anonsa hatina balafirê li xwe haybûn. Kêliyek paşê bi tevayi rêwî xweya bûn. Yên walîzên xwe digirtin ber bi deriyê derve ve bi şêweyeke lezgînî dihatin. Di nava koma rêwiyan de serê Carlotta (Zozan) ya kej û bi gurişk xweya kir. Paşê Zozan û hevalên din bi tevî barên xwe yên piştê û bi walîzên xwe derketin der. Wek her car Zozan dîsa bi şêweyeke devbiken û bi coş me hembêz kir. Me jî xêrhatiniya wan xwest û yek bi yek bi destên wan girtin û pêşwaziya wan kir. Saet 10.50 î nişan didan. Bi lez û bez em li wasita xwe siwar bûn. Li malên mazûvanên xwe hatin parvekirin.

12/Adar/ 2012

Saet li dora nehê sibehê em li saziya TUHAD-DER ê civiyan. Me taştiya xwe li saziyê xwar. Mivanên Îtalî hemû ji mazûvanên xwe dilxweş bûn. Di warê têgihîştina zimên de, di navbera mêvan û mazûvanan de problemên piçûk dergetibûn. Bi destan û îşaretan kiribûn serên hev. Ew qas…

Piştî xwarina taştê em çûn Şaredariya Peyasê (Kayapinar). Li şaredariyê greva birçîbûnê hebû. Ji bo piştevaniya greva pirçîbûnê, nûnerên TUHAD-DER ê jî tevlî girevê bûbûn. Serokê TUHAD-DERê di derbarê grevê de axaftinek kir û agahî da mêvanên Îtalî. Bi kurtasî gote : “ Ji bo tecrît, îzolasyon û qedexeya hevdîtina li ser serokê me yê neteweyî Brêz Abdullah Ocalan, wek gelek siyasetmedarên me, parlamenterên me û girtiyên me yê zîndanan, me jî bedenên xwe dane ber fedakirinê û em jî ketine greva birçîbûnê û piştevaniyeke xurt didin vê grevê. Em di çarçoveya xweseriya demokratîk de daxwaza mafên xwe yê demokratîk dikin. Em daxwaza mavên xwe yê perwerdahiya bi zimanê dayîkê dikin. Em daxwaza serbest berdana endam û siyasetmedarên KCKê (Koma Ciwaka Kurdistan) dikin. Ez bi navê serokê TUHAD-DERê em ji bo hatina we, ji bo serlêdan û ziyareta dostên me yên Îtalî yên dilsoz, xêrhatiniya we dikim û em ji we hemûyan re sipas dikin.”

Em Kî Ne?

Piştî axaftina serokê TUHAD-DERê, yek ji mêvanên Îtalî jî di derheqê grûba xwe de agahî da. “ Em bi piranî ji herêma bakûrê Îtalyayê hatine. Em ji bo otodeterminasyonê û ji bo parastina xwezayê têdikoşin. Li hemberê projeyên ku dibin sedemên kuştin û tunekirina sirûştê, mînak baraj, santralên nukliyerî û hwd… bi rêya çapemeniyê, bi çalakiyên wek konferans û mitîngan têdikoşin. Bi navê “NUNATAK” kowara me heye. Dîsa bi navê “Black Out” radyo îstasyonuyeke me heye. Çalakiyên xwe di van kowar û radyoyanda jî diweşînin. Di komela me de hiyerarşî tuneye. Em nûnerên tu partîyeke siyasî nînin. Serokê komela me jî tuneye. Em hemû berpirsiyar in. Bi tevayî em dicivin û biryaran distînin. Em karin bibêjin armanca hatina me ya Kurdîstanê, têkoşîna gelê Kurd ji nêzîkve bibînin û binasın û piştevaniyeke xurt û şênber bidin wan.. Ji bo mazûvani û dostaniya malbatên TUHAD-DERê jî gelek sipas dikin û ji we re jî serkeftin dixwazin.”

GELÊN HESKÎFÊ NAXWAZIN WARÊ BAV Û KALÊN XWE BITERIKÎNIN

 13 /Adar/ 2012

Rêwîtiya me gorî plansaziya ku me amade kiribûn, serê sibeyê, li ber saziya TUHAD-DERê destpê kir. Herkes barên xwe di erebê de bicih kir. Piştî me xatir ji mazûvanên xwe yên malbatên TUHAD-DERê xwest em ji Ameda rengin ketin rê û me berê xwe da bajarê Êlihê(Batmanê).. Rê aram bû. Em bi hêsanî gihîştin Batmanê. Li Batmanê me hinek xwarin û vexwarin send. Em li Batmanê zêde nesekinîn. Me riya xwe domand û Batman(Êlêh) li paş xwe hişt. Berbi nîvro em ketin navenda Heskîfê. Me ew roja xwe bi xwarin, vexwarin û bi ger û dîtina bajarê dîrokî, kuçe û kolan, mizgevt û kela warê Eyûbiyan û Artûkiyan derbas kir. Me şeva xwe bi mazûvaniya Mehmed Eli buhurand. Şev li me bû roj. Saet ber bi dehê sibeyê (10.00) çalakiya Komeleya Parastina Xwzayî hebû. Seroka komelê û nûnerên wê ê daxwiyanî bidana çapemeniyê. Ji bo daxwaza gelê Heskîfê, ji bo terk kirin û vala kirina cih û warên xwe ji aliyê pisbor Ebrû Işik lêkolin hatibû kirin. Encama lêkolina xwe ê diyar bikirana. Me xwest em jî tevlî vê daxwiyaniyê bibin. 

 Gorî encamên lêkolînên lêkolîner Ebrû Işikê, Gelên Heskîfê naxawzin dîroka xwe ya rabirdû, warên bav û kalên xwe, bajar, bajarok û gundên xwe biterikînin û biçin di gundên ji aliye dewletê ve, ji nû ve hatiye demazrandin bicihbibin. Dixwazin wekî KAPADOKYAYÊ, Heskîf jî bibe mîrata cihanê û UNESCOyê. Bi vî rengî dîroka xwe bidin jiyandin. Gorî encamên lêkolinê :

 “ Ji sedî heftê (% 70) gelê Heskîfê naxwazin Heskîf di bin ava barajê de bimîne. Naxwazin dîroka xwe ya hezarsalan biterkînin û biçin gundê ku ji wan re hatiye ava kirin de bicih bibin. Veguhastina bi darê zorê jî li ser gel bandoreke derûnî, civakî ya neyinî ê çêbike.”

 “Ji sedî bist( % 20) niştecihên vir, mehê di biniya 300.00 Lirayan debara xwe dikin.”

“Ji sedî şêst û heft(%67) dibêjîn xaniyê nûh yên ku bidin me gelek buhanin û ne gorî mercên jiyana civakiya me ne.”

“Ji sedî heftê (% 70) dibêjin, deynê me ne zelal e û em nizanin deynê me ê çi qasî be û em bi çi şêweyê deynê xwe şûn de bidin, em ê di deyn dayinê de gelek tabê û astengiyan bikişînin.”

 “Ji sedî sîh (% 30) hêj nizanin û ne agahdar in ku dema ji xaniyên xwe were derxistin ê çi bikin, bi ku ve biçin.”

“Ji sedî bist û yek (%21) jî, yên ku dixwazin malên xwe biguhêzin, ne ku bi riza dilê xwe , ji bigavîye pejirandine. Ji ber ku Heskîf “qada sîtê” hatiye îlankirin, bi salane ni karin xaniyên xwe tadîlat bikin, mitfak û daşir jî lê zêde bikin. Ev jî jiyan li wan diherimîne. Ji bona wê yekê dixwazin xaniyên xwe biterikînin.

BER BI MIDYATÊ

Ji Heskîfê piştî nivroyê em derketin çûn Midyatê. Li midyatê me bihna xwe send. Di avahiyeke dirokî de çay û qehwe vexwarin. Em çûn dêra MOR GABRÎEL(Dêrilûmûr). Dêr 23 km li rojhilatêbaşûrê Midyatê diketin. Bi rastî dêr pir mezin û bi haşmet bû. Rêberekî ciwan di warê diroka dêrê de gelek agahiyên balkêş dane me. 1610 sale ku dêr, li ser piya maye. Dêra Mor Gabrielê, di sala 397an de ji aliyê Mor Şmuel û Mor Şemun ve hatiye damezrandin. Bi mozayikên xwe yên heyama Bizansiyan, bi derî û zingilxaneyên bi kevirên sipî yên Midyatê ku bi motifên cûr bi cûr xemilandî, bala herkesî dikişîne. Di heman demê de, Mor Gabriel navenda herî girîng ya ola Dêra Suryaniyan ne. Tê gotin ku ji bo Suryaniyan ew dêr Qudusa duyemin e.  Gorî rêberê dêrê niştecihên vir yên Suryanî jî, ji polîtîkayên dewletê û ji nêzikahiya neyinî ya dewletê ya li hemberê gelê Asûriyan bigazin bûn. Gorî rêberê me yê asûrî polîtîkaya BDPê rastirbû. BDPê di vî warî de dilsoz didît. Digot : “Niha yekî Asûrî jî di nav xwe de cih danê. Bû ye parlamenter. Ev jî hêviyeke dide me asûriyan.” Piştî gera meya dêrê, me xatir ji rêberê xwe yê berpirsê dêrê xwest û me berê xwe da Nisêbînê. Me xwe li çiyayê BAGOKÊ xist û di Geliyê Avasipî de em daketin rêya hevrîşimê. (ipek yolu). Roj li me bûbû şev. Em neçûn Nisêbînê. Me berê xwe da Mêrdînê. Nêta me, em xwe bigîhîjin DARÊ. Wek hemû navên bajar,bajarok, gund, çiya,newal, kendal û hwd.. yê Kurdan navê GUNDÊ DARÊ jî kiribûn Oguzkoy. Xirbên Darê pir navdar û dîrokî ye. Bajareke kevnare ye. Darê tê wateya paytextê DARİYÛSê. Di derengiya şevê de em ketin hundirê gund. Ji sedema derengiya şevê me nexwest em mazûvanê xwe aciz bikin. Di nava gund de qahawexaneyeke hêjî vekirî bû. Di qehwexanê de, di bin lambeyeke kêmronahiyê de çend zilam li dora maseyeke kevin kom bûbûn bi kaxiza dileyistin. Me got em ê sihûda xwe biceribînin. Ez û hevala italî Carlota ketin hundurê qehwê. Me silav dan wan. Wan jî silava me girt û bi awireke matmayî li me nihêrtin. Me got : “ Em biyanî ne. Em ji bo dîtina Xêrbên Darê hatine. Lê mixabin şev bi ser me de hatiye. Li me teng qewimiye. Em panzdeh kes in. Gelo yekî ji me re mazûvaniyê bike heye ?” Hemû bi devekî “ Bawerkin hûn çar-penç kes bûna me yê vê şevê we bihewandana lê hûn gelek in. Ku demsal havin bana dîsa ma karibû li derve, li ser xaniyan cih ji we re raxistana. Ji bo wê çendî ne mumkun e ku em we bihewînin. Divê hûn biçin Mêrdînê.” Dema me gote : “ Em karin alîkarî bidin mazûvanê xwe.” Yek ji wan gote me : “ Mala min li jêrê gund e. Maliyê me çûye Mêrdînê. Çu kes li malê nîne. Ku hûn karibin ji xwe re xizmet bikin, xwarin û vexwarina xwe amade bikin ez karim îşev çih bidim we. Bi vî rengî me li hev kirin. Em bûn mêvanê Birêz Ferhan Ediz. Lê pirsgirikeke piçûk derket. Diviya me qereqolê jî agahdar bikira. Me telfonê qereqolê kir. Qumandarê qereqolê gote me : “Divê hûn tavilê gund biterikînin biçin Mêrdînê. Ne serê min û ne jî serên xwe nekin belayê.” Lê, min got : “Ez berpirsiyariyê qebûl dikim û em îşev li gund dimînin.” Qumandar bi çend peyvên hêrsokî ne razîbûna xwe nîşanê me da. Me guh nedayê. Wî jî, ji ber derengiya şevê ne xwest ji qereqolê dergeve û were gel me. Xaniyê bê xwedî ma ji me re. Di malê de qasî hêjmara me nivîn hebûn. Brêz Ferhan : “ Aha ev mitfaxa we, ev jî nivînên we.. Me di serî de bazara xwe kiribû. Hûn ê ji xwe re xizmeta xwe bikin. De hadê bi xatirê we..” gote me, derket û çû.. Me ji xwe re şorba nîska û meqarna amade kir û şeraba sor ya Îtalyayê jî da ber û vexwar. Şorba me û meqarneya me xweş bû lê ji ber kû me di mutfaxê de rûn ne dîtibû ricî hatibû çê kirin. Mixabin paşê ciyê rûn me di mutfaxê de dit lê êdî me xwarina xwe xwaribû. Wê şevê şevbêrika me bi coş û bi kêf derbas bû. Dema em raketin şev ker bûbû.

XİRBÊN DARÊ YÊ KEVNARE

14 Adar 2012

Wek her car saet di nehan de em hemû li ser piyan bûn. Her kes ji şeva xwe memnûn bû. Piştê xwirîniyeke sivik ji bo dîtinê em çûn “Xirbên Darê”. Xirbên Efesê ji bo rojavahiyan çi be, Xirbên Darê jî ji bo rojhilatiyan ew e. Darê, Efesa rojhilatiyan e. Li vir tiştê herî balkêş, sarinc û bendên avê. Zindanên tarî û bi xof, gorên kevnare yên qral û malbatên wan bûn. Tê gotin ku Darê BZ(Beriya Zayinê) di navbera 530-570 yan de ji aliyê kralê Ahmanîşan KRAL DARXIS ve hatiye damezrandin. Yekcarna ketiye destê Îraniyan yekcarna jî yên Romayiyan. PZ(Piştî Zayinê) di sedsala V11 an de rastê êrişên Ereban hatiye. Dû re di sedsala XV-XV1 an de bi tevayî ketiye destê Osmaniyan. Niştehciyên darê jî piçek ji dewletê bi gazin bûn. Digotin : “ Gundê me sît hatiye daxwuyandin. Em nikarin singekî bikutin erdê. Em nikarin daşireke li xaniyên xwe zêde bikin. Xaniyê me yê hilweşandî em nikarin nû bikin. Bi rastî em li vir bê keys mane. Em jî dixwazin Darê were parastin lê, divê ji bo me jî çareseriyeke were dîtin. Di vî warî de ji bo çareseriyê nêta dewletê çi ye, ne zelal e. Em bi xwe jî nizanin. Em viha sekinînin. Êdê hêvî xwedê..”  Piştî me dawî li gera xwe ya Darê hanî em çûn Mêrdînê. Me li Mêrdînê firavîna xwe xwar û em ketin riyeke dûr û dirêj. Me beri xwe da Rişmil, Omeriya û careke din Midyat, ji wir jî Îdil, Cizîra Botan û Silopiyê…. Li Silopiyê me hevdîtineke bi mazûvanê xwe yê par yên Çolemergî re pêkanî. Mazûvanê me Necman, par li Colemergê mazûvanîyek û nêzîkahiyek germ û bê qusûr nîşanî me dabû. Niha ji bo xebatê diçû Kurdistana Federe. Dema em hatin Cizîrê me agahî jê send. Ji bo lihevpirsîn û dîtina wî, me riya xwe ber bi Silopiyê ve zivirand. Piştî hevdîtineke germ û hevpeyvineke bi coş me xatir ji hev xwest. Brêz Necman berê xwe da Kurdistana Federe, me jî careke din berê xwe da Cizîrê. Der û dorê Cizîrê ji berfê belek belekî bû. Gava em ketin riya Şirnaxê, her çû belekiyên berfê zêde bû. Der û dorê çi nizim, çi bilind hemû ji berfê sipsipî bû. Deşt û zozan, newal û kendal hemû bi berfa sipî hatibû xemlandin. Wext jî êdî teng bûbû. Roj li ber avabû em ketin navenda Şirnaxê. Me li Şirnaxê mazot send. Rêya me gelek dûr bû. Diviya di ser Ûlûdereyê re em biçûna Roboskiyê, li wir jî ber bi Colemêrgê ve biziviryana. Ji pirbûna berfê bi rastî em piçek ketibûn fikaran. Gorî berfa hanê ne pêkanbû ku rê vekrîbaya. Di vê kêliyê de telefon ji mazûvanê me yê Colemergê hat. Gote :“Mixabin hûn dereng ketine. Dibe kû rê ji sedema berf û qeşayê hatibe girtin. Rê ne pir ewle ye. Diwê hûn li gundê AROŞÊ(Ortakoy) şeva xwe biborînin. Me agahî dane gundiyan. Ew ê li hêviya we bin.” Nimroya telefona gundiyekî bi navê Subhî jî da me û xatir ji me xwest. Tirsa me bela bû. Lê, dîsa jî hêj gelek riya me dûr bû.  Dema em hatin gundê Roboskiyê êdî şev tarî bûbû. Gundê ku di paşeroja nêzik de ji aliyê balafirên tirkan ve hatibû bombebarankirin û di vê bûyerê de 34 gundî bi şêweyeke hovane hatibû qetilkirin. Wer dixwiya hêj, êş û elama gundiyan teze bûn. Bûyer bandoreke derûnî ya neyinî li niştecihên heremê kiribû. Di fitleka Colemêrgê de, li ser milê çepê qereqoleke hebû. Li wir du pirik hebûn. Yek jê di nava tixûbê Kurdistana Tirkiyê da, yê din jî di tixûbê Kurdistana Federe de bû. Ev pirik ji aliyê serokê Iraqê yê kevin Sadam Huseyin hatibû ava kirin. Hêj jî, ji vî pirikê re digotin “ Pira Sadam” Li vê qereqolê em rastî lêpirsineke tûnd hatin. Dema min gote : “ Ez mamosteyê malnişîn im. Ji Amedê me. Bilî min û ajokerê me grûba me hemû biyanî ne. Ji Îtalyayê ne. Berpirsiyarê wan jî ez im.” Qumandarê qerekolê bi şêweke matmayî û bi mirizekî tal li min nihêrî û gote : “ Qey li Tirkiyeyê cih nemaye te vana haniye li çol û çepelan digerînî. Te wan bibira herêma Egeyê, Herêma Behra Sipî. Te wan bibira bajarokê Bodromê, Kuşadasiyê.” Paşê piçek devê xwe ber bi guhê min ve hanî û gote : “ Vana têkiliyên wan bi siyasetê tunene newisa?” Min : “ Na, na qet merq neke, hemû hawirparêz in. Ji ber ku ji bakûrê Îtalyayê, ji Çiyayên Alpan hatine pir ji erdnigariya çiyayên bilind û bi berfê dagirtî hez dikin, ji boyê vê yekî ev herêmê ji bo gerê û dîtinê hilbijartin in.” bersivand. Dîsa gote : “ Hûn ê îşev li ku bicih bibin.” Me navê gund û mazûvanê xwe jê re got. Lê qumandar bi me bawer nebû lewra ku gava em gihiştin gundê Aroşê sibehê ew jî bi tevî çend leşkerên xwe hate gund ji bo şopandin û sehkirina me. Dema em ketin navenda Aroşê çend gundî bi tevî mazûvanan me dipa. Piştî lihevpirsîn û bixêrhatiniyê, bi lezgînî me barên xwe yên pêwîst ji erebê daxist. Di nava berfê de em ber bi mala mazûvanê xwe ve meşiyan. Xanî du tebeq bû. Bi pêlikê em hilkişiyan jor. Di derîyekî de em ketin odeyeke mezin. Ode bi kilîmên herêmî hatibû raxistin. Çarmedorê odê jî, bi nazbalîvên rengo rengo hatibû rêzkirin. Li diwar çend wêneyên peşmergan hatibû dalqandin. Kesên di wêne de bi çil û bergên neteweyî çi qas dişibiya peşmergan jî, ew wêneyên gerila bi xwe bûn. Di nav wan wêneyan de gerîlayên keç jî hebûn. Ji wan yên şehîtketî jî hebûn. Bi vî rengî di her malê de wêne hebûn. Her dê û bav bi gerilayên xwe çi şehîtketî, çi saxmayî şanaz bûn. Şîv ji bo me hatibû amade kirin. Xwarin li erdê, li ser şimedanan hatibû bicihkirin. Me şîva xwe xwar. Pîştî xwarinê me çay jî vexwar. Çay qaçax bû û gelek bi ekil bû. Paşê çend kesên ciwan jî hatin. Hevpeyvîn germ bû. Bûyera Roboskiyê hate axaftin. Ji ber durûtiya dewletê hemû bi gazin û bihêrs bûn. Ji siyaseta AKP yê jî (Ak Partî ) ne razîbûn. Di vê navberê de, ji ber ku mêvan Îtalî bûn, behsa Serok Apo û rojên wî yên li Îtalyayê jî hate xeberdan. Gotin : “ Em ji gelên Îtalî ne xeyîdîne. Ew her tim dostên me Kurdan in. Lê hukumeta wê demê jî li me Kurdan bibextiya kir. Em çi carî wê bibextiyê ji bîrnakin.” Paşê wê bibextiyê bi berjewendiyên navneteweyî hate girêdan û mijar hate guhertin.

 Serê sibehê ji grûba me çend kes xwestin em dibistana gund bibînin. Em bi tedarek bûn. Li gel me defter, pênûs û jêbir hebûn. Ji bo zarokên malbatan me sendibû. Dema em ketin hundirê dibîstanê, qumandarê qereqola Roboskiyê jî bi tevî leşker û erbeyên xwe hate dibistanê. Di destê wî de jî pakêteke ji boyê diyariyê hebû. Lê me baş dizanibû ku paket qamûfile bû. Mexseda wî şopandin û sahkirina me bû. Paşê çû bi gerînenendeyê dibistanê re axifî. Me jî dawî li dîtina xwe ya dibistanê hanî, xatir ji mamoste û xwendekaran xwest û em ketin rê û me ereba xwe ber bi Colemêgê ajot. Li ser lewheya riya bejayî “ Hekarî 90 km” dixwiya. Bi derketina me ya Aroşê re berfê jî gur kir. Rê ber û berê Çemê Zapê diçû. Di nêzikahiya Çolemergê de rê piçek ji qeraxê çem dûrket. Êdî ereba me nikarîbû biçûya. Dişemitî. Em bi tedarek bûn. Me zincîran li tekelên erbê xist. Di çend cihan de em bikeys man. Me bi tamdanê ereba xwe xelas kir. Paşê qireyder hate pêşiya me vekir. Hêdî, hêdî em ji buhurka xeternak xelas bûn. Ber bi nivrojê em ketin navenda Colemêrgê. Me ereba xwe di cihekî bi ewle de park kir. Em çûn saziya BDP ê (Partiya Aştî û Demokrasiyê). Wek hercar sazî minak kowara mozan dixumxumîn. Endamên partiyê di nava tevgereke bêhempa de bûn. Yek diçû û yek jî dihatin. Li ser kursiyan cihên rûniştinê tunebûn. Piraniyên wan li ser piya bûn. Bi ketina me ya hundir re, herkes rabûn ser piyan. Me silav dan hev û silav ji hev girtin. Tavilê cih ji me re çêkirin. Em rûniştin. Piraniya endamên jina bala me kişand. Jinên pîr, navsere û yên ciwan. Yeka navsere ber bi min ve hat. Li rex min rûnişt. Derd, kul û êşên xwe bi min re parve kir. Behsa şehîdên malbatê kir. Behsa xizanî, bêkesî û ustuxwariya xwe kir. Behsa neheqî û bêbextiya dewleta Tirkiyeyê kir. Behsa şewitandin, hilweşandina gundê xwe û malwêraniya xwe kir. Qelebailixî ya dengan her çû pir bû. Êdî me ji hev fêm nedikirin. Me hevpevîna xwe rawestand. Di wê kêliyê de sitranbêjekî dest bi sitiranan kir. Mirovan bi destên hev girtin û dîlan kişandin. Govendên herêmî pir palkêş bû. Mêvanên Îtalî jî ketên govendê. Govend bi coş bû. Şahî û şînî tevlîhev bû. Bextewarî û xemgînî, hêvî û bêhêvîtî tevlîhev bû… Paşê bi organîzasiyona rêveberiya BDPê em ji aliyê mazûvanên xwe ve hatin parve kirin. Me xatir ji hev xwest û şeva xwe bi vê rengî li malên mazûvanên xwe bihurand. Roja din serê sibêhê saet di neh û nîvan de em dîsa li ber saziya BDPê li hev kom bûn. Li ser piya rewş hate nirxandin. Herkes bextewar bû. Ji mazûvanê xwe dilxweş bûn. Gorî plansazi û bernameya me em çûn “Komela Jinan Ya Binevşê.” Haya rêveberiya komelê ji me hebû. Li ber deriyê komelê em hatin pêşwazîkirin. Em di odeyeke fireh de hatin bicîhkirin. Piştî îzet û îkraman, serokê komelê di derbarê komelê û xebatên xwe de agahî dan me. Di warê şîdet û pêkûtiyên li ser jinan de gazinên xwe hanî ziman. Gorî wê, berê li herêmê zewaca pir jinî bêtir bû. Zext û dijwariya li ser jinan zahftir bû. Niha meriv kare bibêje kêm bûye. Lê mixabin hêj jî heye. Paşê gote: Ji bo lêkolinan, piştî nivroyê em ê biçin gundê Peyanîsê (Geçitli) Peyanîs gundekî mezin e. Ji wir em ê biçin gundê Silehê (Durankaya). Par (16 Îlon 2010) di navbera her du gundan de dolmûşa peyanisyian rastî teqemeniyeke hovane hatibû. Di wê teqemeniyê de neh kes hatibû qetilkirin. Di nav van kesan de, jê heft kes ji malbata gundiyekî bi navê Cahit Erol bû. Em ê serî li wê malbatê jî xin. Em dixwazin hûn jî werin.” Me vexwendina komelê qebûl kir. Lê pirsgirikek hebû. Gorî hinek gundiyan ji sedema berf û qeşayê rê girtîbû. Çûndina Peyanîsê ne pekan bû. Paşê hate gotin, rê di ser gundê Silehê de girti ye lê, di ser gundê Dizê (Üzümcü) re rê vekiriye. Paşê du kesên endamên BDPê gote em ê jî bi we re refaqet bikin. Ji me re bawerî çêbû. Piştî esrê, sih li erdê ber bi rojhilat ve gelek dirêj bûbû, Em, du kes ji komela jinan û du kes jî ji endamên BDPê me berê xwe dan Peyanîsê. Rê heya Gundê Dizê xweş bû. Li ser milê rastê em zivirîn. Me newal û kendalan derbas kir. Ber bi çiyayên asê ve hilkişiyan. Rê hevraz bû. Ji bilindahiyê mirov ne diwiriya li jêrê çiyayê asê binêriya. Sitûriya berfê jî her diçû zêde dibû. Di çend bihurkan de me ereba xwe bi tamdanê xelas kir. Ji aliyekî ve me şeraba sor ya Îtalyayê jî vedixwar û kilaman digotin. Bi piranî sitiranên Îtalî dihate gotin. Bi rastî rewşa me di xeterê de bû lê me qet guh ne didayê. Di bihurkeke hevraz de em bê keys man. Bi tamdanê jî me ereba xwe nikaribû derxita cihekî rast. Şev jî bi ser me de hatibû. Em bê hêvî mabûn. Di wê kêliyê de ronahiya erebekê xwiya kir. Erebe ber bi me ve dihat. Ereba Peyanîsiyan bû. Me hemû bi hev re careke din ereba xwe tam da. Bi dijwarî me ereba xwe xelas kir. Êdî me nêzikî li gund kiribû. Paşê bi ewt ewtên kuçikan re em bi selametî ketin nawa Peyanîsê. Me ereba xwe li ber derê mala brêz Cahit Erol da rewastandin. Malbat me dipa. Xanî du tebeqe bû. Wekî sê tebeqe bilind bû. Pêlikên wî jî pir bêkeys bû. Pêlik him kêmber, him qeşagirtî bûn. Hilkişîna li ser pêlika pir xeternak bû. Paşê min dît ku, li çend malên din de jî pêlik bi heman şêweyê hatiye çêkirin. Bi rastî min meraq kir. Ji malxweyê malê pirsî. Bi devekî ken gote : “ Raste pêlik bêkeys hatiye çêkirin. Bi hêsanî meriv nikara di ser de hilkişe jor. Lê, van pêlikan me ji gelek belayan xelas kirine. Dema tîm û jendermeyên dewletê dihatin gund, ji sedema van pêlikan, bi hêsan nikaribûn hilkişin jor û bikevin hundurê xaniyan. Bi wî şêweyê, em ji zulma wan, ji gemar û çamûra pêlavên wan xelas dibûn. Bi xêr gava em ji bin zulma wan rizgar bûn em ê pêlikên xwe tekûz bikin.” Em di derî de ketin hundurê malê. Ode wekî eywanê bû. Di orta eywanê de sobeyeke mezin hatibû bicîhkirin. Mezinbûna eywanê bala herkesî dikişandin. Firehbûna wê li dora 70-80 metrekare bû. Çend deriyê odên din û yê mitfaxê li eywanê mêzedikirin. Eywan bi nexşe û kilîmên herêmî hatibûn raxistin. Çarmedorê eywanê bi nazbalîf û doşegan hatibûn rêzkirin. Wer dixwiya eywan ji bo mîvanên pir û bi gorî kevneşopiyên Kurdan hatibû damezrandin. Eywan gelek mêvanên giranbiha di hundirê xwe de hewandibû. Malxweyê malê Birêz Cahît Erol û kevaniya malê xêrhatiniya me xwestin. Şîv ji bo me hatibû amadekirin. Me şîva xwe li erdê xwar. Di kevneşopiyên Kurdan de xwarina li ser maseyan tune ye. Piştî şîvê me çay jî vexwar. Di wê kêliyê de behsa bûyera teqemeniya payîza par hate kirin. Di wê bûyerê de ji malbata Cahît Erol heft kes jiyana xwe wenda kiribû. Bûyer bandoreke derûnî ya neyinî li malbatê kiribû. Careke din êş û elema wan teze bû. Kevaniya malê dest bigirînê kir. Malxweyê malê hêsrên xwe veşart. Mêvanan êş û şîna malbatê parve kir. Atmosfereke dilsotîner bela bû. Meriv pisika xwe wenda bike bi meriv zor e. Malbat heft can wenda kiribû. Di nav wan de bebik jî hebû. Bi şêweyeke hovane hatibûn qetil kirin. Perçê bedenên wan bela wela bûbûn li der û dora rê.

 Malbat ji dewletê şik digirt. Ji xwe hinek tiştên teqemeniyê û çentên tîmên dewletê jî, li cihê bûyerê dîtibûn û hilanîbûn. Ji bona wê doz lê wan hatibû vekirin. Qaşo ji aliyên wa ve delîl hatibûn reş kirin. Doz hêj didomiya. Digotin : “ Ev çi edalet e. Em him bimirin him jî çeza bigirin û bikevin girtîgehan.” Li vir tiştekî bala meriv dikişandin. ‘edî tirs û xof li gundiyan şikiya bûn. Digotin : “ Heya em hebin em ê doza xwe bişopînin û berxwe bidin.” Di vê navberê de hinek gazinên wan ji BDPê jî hebûn. Digotin : “ Me piştevaniyek manewî ya xurt ji wan hêvî dikirin. Ji ber ku me şehîdên xwe, şehîdin Kurdîstanê dihesibandin. Bê guman piştevaniyan van ê derd û êşên me sivik bikirana. Lê mixabin piştevaniyeke lawaz û qels me dît. Nêzîkahiya dewletê ya neyînî ji xwe bê minet e. Lê, em yên hev in. Divê di rojên teng de em li hev xwedî derkevin. Nêzîkê hev bibin. Dengên hev, qîrîn, nalîn û hawariyên hev bibîhîsin. Rû bi rû werên gel hev û bi destên hev bigirin. Em mil bidin hev.. Me wer fam kir ku êdî, piştî polîtîkayên dewletê yên li hemberî gelê Kurd, di navbera gelên Tirk û Kurdan de hestên veqetyayi, dilên ji hev sarbûyi û ji hev ne bawerbuyî hatibû afirandin. Telafîkirina van tiştan jî pir zor in.. Şev ker bû. Ji bo razanê em li çend malan hatin parve kirin. Piraniya gundiyan merivê hev bûn. Em û çend kesên din bûn mêvanên Birêz Necmedîn Demîr. Li vir behsa rewşa aboriya gund hate kirin. Digotin : “Berê sewalkarî gelek dewlemend bû. Serê malê, hezar pezî dihate xwedî kirin. Çend car pezên me hate talan kirin. Mixabin sewalkarî êdî nemaye. Her malbat bi qasî pêwistiya malê pez xwedî dikin. Gelek malbat jî koçber bûne. Li Colemêrgê bicîh bûne.” Me dawî li hevpevîna xwe hanî û di demeke kurt de em di xew re çûn. Serê sibehê em rabûn. Herkes di mala mazûvanê xwe de taştêya xwe xwar. Me xurîniya xwe bi hunguv, goz, rûnê nivîşk û çayê kir. Hunguv, goz û rûn hemû hilberînên malê bûn. Pir xweş û bi ekil bûn. Em hemû careke din li mala Kek Cahît kom bûn. Peywîrdarên Komela Jinan jî anketên xwe bela kirin. Xebatên xwe qedandin. Me xatir ji gundiyan xwest û di ser riya Silehê(Durankayayê) re me berê xwe da Colemêrgê. Di fitleka Peyanîsê de ji aliyê qereqolê ve em hatin sekinandin. Piştî lêpirsîn û lêgerîneke formalîte em ji gund derketin. Di nava gundê Silehê re em daketin riya Colemêrgê. Êdê em li Colemergê ne fitilîn, me riya xwe ber bi Gewerê ve domand.

Êvar bû em ketin hundurê Gewerê. Me agahî dan mazûvanên xwe yê Bilindbasanê. Ew jî li hêviya me bûn. Me bi pirsê marketeke dît. Em ketin marketê. Gelek tiştên xwarin û vexwarinê send. Ji bo zarokan jî me hinek alavên dersan send. Dem jî teng bû. Êdî em ne alqîn. Me berê xwe da Bilindbasanê. Bilindbasan li ser riya Esendereyê diket. Di rê de, ji ber xeşîmiya ajokerê me, ereba me heraret kir. Motor av keland. Ji bo motor sar be, yek carna em sekinîn. Hêdî, hêdî me araba xwe ber bi gund ve ajot. Di derengiya şevê de em bi selametî gihîştin Bilindbasanê.