Il viaggio solidale 15-23 marzo raccontato da un amico kurdo

Posted on April 15, 2011

0


Li Kurdistanê Turîzma Piştevanî û Berpirsiyariyê

Li Kurdistanê Turîzma Piştevanî û Berpirsiyariyê çî ye?

Şêweyeke geşt û seyranê ya  dîtina mazûbanî û mêvanperweriya gelê kurd,
tevlîbûna  jiyana malbat, tax, gund û bajarokên kurdan bibin,
dîroka wan, kevneşopiyên wan binasin û bi wan re parvebikin.

  Li Kurdistanê Turîzma Piştevanî û Berpirsiyariyê Rêwîtî

                                                                                 

15 Adar 2011-Wan                GEŞT Û SEYRANA ME YA WAN Ê                                           

Rêwîtiya me rojeke Bihara bê serma û seqemê, di germahiya nerm a bihara rengîn de li Amedê dest pêkir. Dema em ketin herêma Bedlîsê, çiya û gelî, newal û kendal bi berfê hatibûn xemilandin. Her der ji berfê sipî bûbûn. Lê, rê xweş bû. Qeşa ya bibe sedama şematoka ereban tunebû.                

Newal, Kendal, Gelî û Çiyayên Herêma Bedlîsê bi tevayî ji berfê, bi rengê sipî hatibû xemlandin

 Ber bi êvarê ez û hevala Îtalî Carlotta gihîştin bajarê Wanê. Bajarê dîrokî.. Paytexta Ûrartuya. Bi navê kevn “Tuşba”. Bajêr pişta xwe sipartibû “Çiyayê Erekê” û Artosê.

 Hinek îşên me li çarşiyê hebûn. Me wan îşên xwe qedand. Paşê em çûn Atolyeya Nexşa ya Şaredariya Wanê. Rêveberê wir Brêz Enver Ozkahraman bû. Brêz Enver Ozkahramanî bi rûyekî ken û bi dostaniyeke germ em pêşwazî kir. Atolye di avahiyeke du qatî de hatibû damezrandin. Ozkahraman da pêşiya me. Em bi pilêkan hilkişiyan qata duduyan. Çend şagırtên keç yên xama ji atolyeyê derketin. 

Şagirteke bi temenê xwe piçûk lê bi şarezayiya xwe mezin kilîmê helboq dike

Ber bi me ve hatin. Yek bi yek xêr hatin dan me. Em derbasê meqamê Brêz Ozkahraman bûn. Ode piçûk bû. Di vê oda piçûk de maseyek biber û çend kursiyên plastîk hatibûn bicîhkirin. Li ser vê maseya mezin bi bîbloyan û kilîmên herêmî hatibûn xemilandin. Bîbloya herî balkêş pisîka wanê bû. Çavên pisîkê, yek zer û yek jî şîn bûn. Ev taybetmendiya pisîkên Wanê ye. Li kêleka odê pirtûkxaneyek hebû. Zidetir pirtûkên wekî ansiklopediyan di refan de hatibûn bicîh kirin..  Ji ber ku hay a wan ji hatina me hebûn, bi rûniştina me re çaya me hat ber me. Bi çay re şekir û mewic îkramê me kirin. Min cara yekem çay û mewican bihev re xwar û wexwar.

Dem teng bû. Roj çûbû ava. Reşayî ketibû erdê. Malên şagirtan piçek ji navenda bajêr dûr bûn. Her roj di vê saetê de şagirt hemû diçûn malên xwe. Ez bawer im ji bo pêşwaziya me îroj dereng ketibûn. Paşê yek bi yek xatir ji me xwestin û berê xwe dan malên xwe.

Me ajokerê xwe di otêlekê de bicîh kir. Em jî bûn mêvanê şagirteke bi navê Sedem. Malbata Sedemê ji Başkalê ji neçarî koçber bûbûn Wanê. Mala wan li taxeke qeraxê bajêr bû.  Tax ji malên gundiyên koçber hatibû ava kirin. Xaniyên wan hemû yek qatî bûn.  Li pêşî en paşiyên hemû xanîyan teqez bexçe hebûn. Bexçe bi darên fêkîyan hatibûn xemlandin. Di quncikek baxçe de jî, ji bo bostan valahiyeke hîştibûn. Zilamên taxê hemû betal bûn. Bi vê bexçe û daran dema xwe dibuhurandin. Tiştê herî balkêş, hemû bi siyasetê ve têkildar bûn. Li gundên xwe yên terk kiribûn, hemû rastê tehde û zulma dewletê hatibûn. Derd, kul, êş û elemên wan pir bûn. Teqez şehîd an gerilayek her malbateke hebûn.

Mazûbanê me bê qusûr bû. Şîva me ya êvarê dewlemend bû. Hemû xwarin û vexwarina herêmî bû. Ji giya, pel û pincar û qatixên pez hatibû çêkirin. Bi rastî min şivê gelek eciband û bi îştah xwar. Ez bawerim hevala min a Îtalî jî wek min eciband. Piştê şîvê çay hanîn ji me re. Çay di piyalên navzirav û bi nexşîn de ji me re îkram kirin. Dema li gel şekirên sipî, mewiç û loquman jî danîn ber me, min fêm kir ku li vê herêmê, bi çay re wek şekir mewîç û lokum jî tê xwarin. Lê min wek hercar disa çaya xwe bi şekir vexwar. 

Gotineke kurdî yên pêşiyan heye. Dibêje “ Tu bi jina xwe re nan bixwî!”  Ev jî tê wateya “ Nan xwarina bi jinê re pir şerm e. Ji zilam re kêmasiyeke mezin e.”  Li vir jî kevaniya malê bi me re şîv nexwar. Ev biryara kevaniya malê bixwe bû. Ne ku malxwe yê malê nexwest. Hemû keçên malbatê yên xama bi me re şîva xwe xawrin. Gedê lawin yên xort li mal ne bûn. Hemû ji bo xebatê çûbûn bajarên metropolan. Kevaniya malê bi me re şîv ne xwar lê paşê ew jî tevlî hevpeyvina me bû. 

Me nûçeyan di qanalên televîzyonên Kurdî de temaşe kir. Ev daxwaza malxweyê malê bû. Min wer fêm kir ku, malbat her tim nûçeyan di televizyonên qanalên Kurdî de guhdarî û temaşe dikin. 

Hêdî hêdî şev ker bû. Cihê min û yê malxweyê malê di heman odê de hat raxistin. Em ketin nav nivînên xwe. Ez piçek westiya bûm. Bernama sibê, pêşwaziya me ji bo mêvanên me yên Îtalî ji balefirxana Wanê û di nava xewn û xeyalan de ez di xew re çûm.                                                                                                                                       

Mêvanên me yên Îtalî li hember avahiya “Atolyeya Kilîma ya Şaredariya Wanê”

 16 Adar 2011                                                                                                                       

Şev li me bû sibe. Min li saetê nihêrt 06.00 bû. Tîna sobê nemabû. Ode cemidî bû. Malxweyê malê ne di nava ciyê xwe de bû. Xew li min herimî. Qasê nivsaetekê min xwe di nav nivîne de sawuxand. Paşê ez rabûm, Min cilên xwe li xwe kir. Çûm lawaboyê dest û ruyê xwe şûşt. Av wekî cemedê sar bû. Bê dil min diranê xwe firçe kir. Careke din wegeriyam oda xwe. Li ser paldanekê rûniştim. Ji çentê xwe pirtûka xwe derxist. Min ji berê de ji xwe re kiribû xuy. Dema ez bi çihekê de bi rêwîtî biçûma, teqez pirtûkekê digirt gel xwe. Min pelek ji pirtûka xwe xwend nexwend hevala min a Îtalî ket hundirê odê. Bi ruyekî ken û bi dengekî nerm gote min:”Beyanî baş.”  Min jî bersiv da wê. Paşê kevanîya malê kete hundur. Bi nîvdengekê silav da me û rast çû li sobê nihêrt. Komir û hêzingên şewitî bi tevî bidrokê derxist û çû derve. Paşê bi bidroka komir û hêzingan dagirtî careke din kete hundur. Bidroka xwe bi rêkûpêk di sobê de cih dayê. Bi şarezayî pê xist. Ode ya sar û seqem tavilê germ bû. Paşê Sedem û xwişkên wê jî hatin. Silav dan me û ji bo çuyina bavê xwe lêborîn xwestin. Lewra xeber hatibû ku xalê wan li gund qirîza dil derbas kiriye. Ji bo vê sedemê, bavê wan di berbanga sibehê de rabûbû û çûbû gund.

Di nava nîv saetek de taştêya me hate ber me. Taştê gelek dewlemend bû. Min navdarbûna “Taştêya Wanê”   bihîstibû. Bi rastî di taştê ya me de jî tu kêmasî nînbû.

Piştê xwarinê, me sipasiyên xwe û razîbûnên xwe pêşkêşê malbatê kir û em li ereba xwe siwar bûn. Hêdî hedî em ber bi atolyeyê ve çûn. Dema em gihîştin atolyeyê mazûbanê me Birêz Enver Ozkahraman û şagirtên atolyeyê li hêviya me bûn. Piştî çay vexwarinê, di derbarê atolyeyê û şagirtan de mazûbanê me pêşagahî dan me. Paşê ji bo pêşwazi ya mêvanên me yên Îtalî em çûn balafirxanê. Mêvanên me yên Îtalî di saeta xwe de hatin. Bi tevayî yazdeh kes bûn. Piştî xêrhatinî, hev û du hemêzkirin û lihevpirsînê em li ereba xwe siwar bûn û vegeriyan atolyeyê. Di xwaringeha atolyeyê de ji bo firavîna me xwarin hatibû amadekirin. Me û şagirtan bi hev re firavîna xwe xwar. Paşê çay hat ji me re. Me çaya xwe jî vexwar.                                       

Êdî dema gera me ya atolyeyê bû. Sê heb atolye hebûn. Her atolyekî li taxekê bû. Pêşî me bi atolyeya ber xwe destpêkir. Atolyeya herî mezin ew bû. Di atolyeyê de bilî kilîman seramîk jî dihatin hilberandin. Bi rastî kilîm û seramîkên pir balkêş hebûn. Lê mixabin gorî vekotina Brêz Ozkahraman di warê firotin û bazar dîtinan de problemên wan hebûn.

Mazûvanê me Cemil ORHAN

Ez bawerim ku xwe di çapemeniyan de, di biroşuran de piçek din bidana nasandin ê vî pirsgirêka xwe piçek çareser bikirana. Di atolyeyan de zêdetirîn notî (90) şagirt dixebitîn. Xebatkar hemû keçên xama bûn û ji gundan koçber bûbûn. Rewşa wan û malbatên wan yê aborî ne baş bûn. Kilîmên şagirtan ji aliyê kooperatifê ve metrekareya wê bi heştê lirayan (80.00 L.) dihatin sendin. Şagirtan bi vê qezençkirina diravan(pereyan) rewşa malbatên xwe yên aborî piçek sivik dikirin. Şagirt hemû di hilberandina kilîman de şareza bûn. Destên wan zahf sivik bûn. Paşê bi dor em çûn me atolyeyê din jî dît. Hemû bi coş dixebitîn. Ev jî kêfeke bêhempa dida meriv. Dem pir zû derbas bû. Roj êdî li ber ava bû. Hêdî hêdî reşayî dikekete erdê. Em careke din li ber avahiya kooperatîfê kom bûn. Her şagirteke ji me sê meriv girt û bi mêvanî me birin malên xwe. Hemûyan dixwestin ji me re mazûvaniyê bikin. Lê, ji ber ku şagirt pir bûn ev daxwaz mixabin pêknehat. Şagirtan di nava xwe de çîtik kişandin û bi vê şêweyê pirsgirêk hate çareserkirin. Yên ku dest vala man xemgîn bûn lê, me soz da wan ku careke din em werin em ê bê çîtik bibin mêvanê wan. Me bi wê awayê dilên wan xweş û şad kirin. Lê pirsgirikeke din jî hebû ku me qet hesabê wê nekiribû. Mivan hemû Îtalî bûn û çi Tirkî û çi Kurdî peyveke nizanîbûn. Ne pêkan bû ku mêvan û mazûvan bikin serên hev. Paşê me vê pirsgirêkê jî çareser kir. Me, çend hevokên pêwîst bi Kurdî; herwekî “Ez av vedixwim. Ez dixwazim herim lawaboyê, Tu ça wa yî? Noşîcan be, Şev baş, Roj baş, Sipas û hwd..” me ji wan re nivisand û me nimroyên telefonên xwe dan hev ku bikevin tengasiyê televonê me bikin ku em jî bibin alîkar.

Ez û ajokerên me jî para şagirt Esmayê ketin. Esma me vexwend mala xwe. Mala wê li taxa Surmeliyê bû. Me hemûyan ji hev xatir xwest û ber bi malên mazûvanê xwe ve çûn. Dema em gihîştin malê roj çûbû ava. Reşayi ketibû erdê.

Xanî yek qatî bû û bi bexçe bû. Nû hatibû avakirin. Hêj kêmasiyê xanî dixwiyan. Malxweyê malê, bavê Esmayê Apê Cemil bi rûyekî ken me pêşwazî kir. Apê Cemil Orhan merivekî qam kinik û durûvê kalbûnê pê diket. Edî ber bi pîrbûnê ve çûbû. Cil û bergin herêma Colemirgê lê bû. Em derbasê hundur bûn. Kevaniya malê û birayên Esma yên xort jî bixêrhatina me kirin. Piştî şivê me dest bi hevpeyviê kir. Apê Cemil merivekî xweş sohbet bû. Ji gundekê Colemergê koçberbûbûn. Navê gundê wan “ANÎTOS” bû.  Hunermendê Tirk GENCO ERKAL li gondê wan filima xwe ya navdar “ Li Hekariyê Çar Demsal” ( Hakkaride Dört Mevsim )  kişandibû.  Apê cemil behsa wan rojan û Hunermend Genco Erkal kir. Lê bi xemgini gote” Mixabin niha gundê me Anîtos/Yoncali ne maye. Gund ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye hilweşandin” . “Me jî terşên xwe hemû firotin. Darên xwe yên gûzan hêmî birîn û hûn dibînin me di hewşa xwe de bicih kirine. Lê hêj em ne elimîne jiyana bajêr. Kaem bimeyzin Xwedêê çewa bike.”.

Di nava sohbetê de behsa navê taxê hate kirin. Apê Cemil disa bi xemgînî gote:” Wek navên her gund, her çiya, her bajar û bajarokên Kurdan mixabin navê taxa me jî hatiye guhertin. Berê navê taxê ne Surmelî bû. Jê re digotin “Taxa XAÇO”.  Van deran bi tevayî mal û milkên dengbêjên navdar “Garabêtê Xaço” û yên malbata wî bûn. Mixabin di “Fermana Fillan” de ji neçarî koçberbûne û mal û milkên xwe terikandine.                                                                                                       

17 Adar 2011         

RÊWÎTİYA ME YA BER Bİ GEWER (YUKSEKOWAYÊ)       

Serê sibehê zû careke din em hemû li avahiya atolyeyê civiyan. Di derbarê bihorandina şeva xwe û mazûvanên xwe de herkes bi kurtasî nirxandinên xwe hanîn ser ziman. Ruyê herkesî bi ken bûn. Nirxandinên herkesî erênî bûn. Herkes dilxweşî û razîbûnên xwe derbirîn. Lê bi rastî min bi taybetî yê Omar gelek meraq dikir. Omar û mazûvanê xwe bi çê şêweyi li hev nêrînin û bi çi hawayî kirine serên hev.  Lewra ku rewşa Omar yê cil û girêdanê ne ji rêzê bû. Porê xwe wekî WÎKÎNK’a honandibû û wekî gulî li pêşiya xwe ber bi sînga xwe ve berdabû. Yên duyemîn, min di guhê zilaman de guharên xelek dîtibû lê, di bivilan de nedîtibû. Xeleka pozê Omar bala herkesî dikşandin. Ez çi derewa bikim, gava minlê Omardinêrî zarûkatiya min û hirçoka pozê wê bi xelek û ji aliyê xwediyê xwe ve dihate reqisandin dihate bîra min. Ez ji ser dilê xerabiyê nabijim. Omar bi vê rewşa xwe bala herkesî dikişandin lê di nava qeflê de yên herî dihate hez kirin û herî sempatîk jî ew bû. Qefila me, sipasî û razibûnên xwe bi dil û can, careke din pêşkêşê Brêz Enver Ozkahraman û şagirtan, ji bo mazûvaniya wan, dostaniya wan û nizîkayi û dilsoziya wan ya germ kirin. Bi dilxweşî, bi kêf, bi coş û bi çavdêriyeke erênî xatir ji hev xwestin û me berê xwe dan Gewerê û careke din bi rê ketin…  Di rê de, li çend ciya, piştî lêgerîn, qontirol û venêrîneke tund, ji aliyê hêzên Dewleta Tirk û leşkeran, ber bi êvarê veem gihîştin Gewerê. Kuçeû kolanên Gewerê hêj wekî rojên zivistanê bi berf û qeşayê dagirtî bûn. Bi saya teknolojiya pêşketî, bi telefonên mobil me tavilê têkilî bi mazûvanê xwe re danî. Me avahiya “BDPê” (Partiya Demokrasî û Aştî) ziyaret kir. Berpirsiyarên partiyê xêr hatin dan me û bi germayî me pêşwazî kirin. Me di derbarê gera xwe de agahî da wan. Wan jî di derheqê partiya xwe û bajarok û gelê xwe de agahî dan me. Di warê siyaseta dewletê de gazinên wan hebûn. Îroj jî, çend endamên wan ji aliyê dewletê ve hatibûn binçav kirin. Ji bona wê xemgîn bûn. Ji bo çûndina gund diviya me tedarekên xwe yê xwarin û vexwarinê bikirana. Êdî roj li ber avabû. Em ketin çarşiyê. Lazimayiyên xwe me send û bi tevî mazûvanên xwe me berê xwe dan gund. Gund li rojhilatê Gewerê diket. Nêzîkê tixûbê Îranê bû.

Dema em gihîjtin gund roj çûbû ava. Reşayi li erdê belabûbû. Di fetleka gun de li ser lewhê “Guldali” hatibû nivisandin. Wekî her gundê erdnigariya Kurdan navê vî gundê jî hatibû guhertin. Bi esli xwe navê wî yê Kurdî “BILANBASAN” bû. Ji xwe niştecihên herêmê jî bêtir bi vî navê gund dinasin.

Gund li çepê rê diketin. Em bi hêla çepê ve zivirin û ketin nava gund. Gund di qûntara çiyaye kî bilind de hatibû avakirin. Çarmedorê gund bi çiyayên asê hatibûn dorpêçkirin.

 Piştî ku em di çend kuçên teng, xul û xwar û badanok de derbasbûn em gihîştin mala mazûvanê xwe. Xanî du qat bû. Çend xortên gund me pêşwazî kirin. Hemû bi ruyekî ken, coş û geş bi destên me girtin û xêrhatina me kirin. Ketin pêşiya me. Em bi pelikekê penç ling hilkişiyan qata duyem. Di têketina xanî de me hemûyan pêlavên xwe derxistin û derbasê odekî fireh bûn. Çarmedorê odê bi balîfên nexşeyi û doşegên kinber hatibûn raxistin. Ez û mevanên Îtalî bi şêweyekê rêk û pêkli ser doşegan rûniştin. Me pişta xwe sipart û pal da balîfên bi motivên herêmî nexşandî. Malxweyê malê Kek Nacî bi Kurdiyeke fesîh û nerm gote me ; “ Gelî mivanên hêja hûn hemû bixêr, ser sera û ser çavan hatin. Bi hatina we em kêfxweş bûn. Mal mala we ye. Qet şerm nekin.”  Paşê malbat, çi jin çê mêr, çi mezin çi piçûk hemû bi dor xêrhatina me kirin.

Şîva me bi derengî hate ber me. Ez bi xuy û xusetê gundiyan dizanım. Şîva xwe dereng naxînin zû dixwin. Lê ji ber derenghatina me, Şîva me jî dereng ket. Şîveke dewlemend bû. Sofra me cûr be cûr bi xwarin û vexwarinênên herêmî hatibû xemilandin. Piştî xwarinê çaya me hat ber me. Çaya qaçak bû. Çay gelek bi qalîte bû. Tam û ekla wê bi dilê me hemiyan bû.

Hêdî hêdî ode ya mezin ji malbatê der û cîranan tije bûn. Hevpeyvîn geş bû. Li vir jî herkes ji tehde û zilma dewletê gazina dikirin. Gundiyan têkoşîna xwe, kêf û şahiyên xwe, êş û elemên xwe bi me re parve kirin.

Wê şevê di malekê de perwerdahiya ziman hebû. Ji bo şopandin û venêrîna perwerdahiyê em jî hatin vexwendin. Mamostayê wan xortekî ciwan bû. Qama wî bilid rû û rûçikên wî lihevhatî bû. Çalak bû. Dildarê zimanê Kurdî bû. Xwendekar jî hemû ji dê, bav, keç û lawan pêkhatibûn. Hemû ji perwerdahî û ji hîndekariyê re dilxwaz bûn. Biya min gorî şert û mercên wê derê, mamoste û bi tevî xwendekarên xwe serkevtî bûn.

Piştî şev ker bû. Em bûn çar qefle. Ji bo raketinê em ji aliyê malbatan ve hatin vexwendin û bicih kirin. Bi rastî di derbarê xîzmet dayinê de tu qusûr û kêmasiyên mazûvanê me nîn bû.                                                                                                         

18 Adar 2011                         BER BI COLEMÊRGÊ (HEKARİYÊ)

Şev li me bû sibeh. Piştî taştê, em hêdî hêdî saet ber bi 09.00 de li ber mala Kek Nacî kom bûn. Herkes ji rewşa xwe, ji mazûvanê xwe memnûn bû. Tu pirsgirêk tune bû. Di nawbera me û malbatan de têkiliyeke germ yê dostanî û biratiyê hate damezrandin. Li vir jî, bi çavdêriyeke erênî û razibûn me sipasî û malavayi dan malbatan û xatir ji wan xwest û careke din em bi rê ketin û me berê xwe da COLEMÊRGÊ.  

Di gel der û dorên rê, newal û kendal, çiya û geliyên herêmê bi tevayi berfbû jî, rê xweş bû. Dinya germ bû. Piştî rêwitiyeke bi aram ber bi nîvroyê em gîştin avahiya Depînê. Em bi tevayi, bi qasî saeteke ber bi newala Depînê ve meşiyan. Newal çihekî pir balkêş bû. Me li vir bihna xwe dan, firavîna xwe jî xwar û em bi rê ketin. Piştî nivroyê em ketin nava Çolemêrgê. Disa bi telefonên bêrikê me hevalên xwe yê Colemergî dît. Bi rastî me dixwestem biçin Zozanê Berçelanê.Lê ji berfê ne pêkan bû. Me hew qîma xwe ji dûr ve bi temaşekirina çiyayê navdar “Çiyayê Sumbil” û “Zozanên Berçelanê” hanîn.

Paşê me randewû ji serokê şaredariya bajêr Brêz Fadil Bedirhanoğlu send. Me pê re hevpeyvineke çêkir. Me di derbarê “Li Kurdîstanê Turizma Piştevaniyê” û geşt û seyrana xwe de agahî dan wî. Wî jî di derheqê pirsgirêkên şaredariyê û nizîkatî û nêrîna dewletê ya neyinî li hemberê pirsgirika Kurd de agahî da me. Disa em bi tevayi tevlî çalakiya “Salvegera Komkujiya Helepçeyê” bûn.

Wê şevê em li malên hevalan raketin. Serê sibehê, piştî taştê, me xatir ji hev xwest û me disa dest bi rêwitiya xwe ya ber bi GEWAŞÊ kir û em bi rê ketin..

 19 Adar 2011                         GEWAŞ Û DÊRA AXTAMARÊ

Em careke din bi riya xwe ve, ber bi Gewaşê vegeriyan. Demaem gihîştin Elbakê(Başkaleyê) ji bo pirozbahiya Cejna Newrozê û ji bo bêhnvedanê em ketin navenda bajêr. Di qada bajêr de qelebalix û seremoniyeke bala me kişind. Gava em çûn nêzîkên wan, me dît ku ew seremoniyeke fermî ye. Paşê em têgihîştin ku seremonî ji bo salvegera “Herba Çanakaleyê” hatiye amade kirin. Ji bo wê yekê pîrozbahiya Newrozê rojeke şûn de avêtine. Êdî me jî ne xwestem rawestin. Meçaya xwe vexwar û em ketin rê.

Em di ber “Kela Xoşabê” re derbas bûn. Kela, li ser zinareke asê hatibû damezrandin. Kelayeke bi heybet bû. Min navê vê kelayê bihîstibû. Lê cara yekem bû, min wê ji nizîk ve dît. Bi rastî em hemû hişmetkar man. Kela Xoşabê bi hişmet bû. Hakimê çarmedora xwe bû.                                                                          

 Ber bi nîvroyêem gihîştin Gewaşê. Emdaketin çarşiyê. Me ji bo firavînê, ji firinê çend heb nanê germ, penîrê bi sîrik yê herêmî, firingî û hinek tiştên din me send û ji bo çuyina Axdamarê (Akdamar) em çûn qeraxê Behra Wanê. Dema em gihîştin wê derê keştî li ber çuyinê bû. Me bi lez bilêtên xwe send. Li keştiyê siwar bûn û bi ber Axtamarê ve bi rê ketin. Ji dûr ve girav xweya dikir lê, Dêr ne dixwiya.

 Hêdî hêdî em ber bi giravê ve çûn. Dema em nêzîkayiyê giravê bûn êdî Dêra Axtamarê jî bi şêweke hişmet dixwiya. Em ji keştiyê piya bûn. Bi pêlika hilkişiyan jor û ber bi Dêrê ve çûn. Tê gotin ku; Dêra Axtamarê di navbera 915-921 an de ji aliyê Qralê Vaspurakan GAGÎKÊ 1. ve, bi Keşîş û avahîsazê navdar Manûel daye çêkirin.                                                                                                       

Dêr, bi şêweyeke nefela çar pel û xaçikî hatiye damezrandin û dîzayn kirin. Di 1131 an de jî wekî manastir hatiye bikaranîn.

Diwarên cepha derve,bi gelek motîvên insan û ajalan ve hatiye xemilandin.

Di diwarên cepha derve de, bi kevir, lahtik û qafikên kupandî, gelek motivên olî ku ji İncîl û Tewrata pîroz hatibû girtin û yên dinyewî, wek jiyana sarayê, dimenên nêçîrê û gelek fîgûrên însan û ajalan ve hatibû xemilandin.

Piştî ku me bi dilê xwe û bi têr û tijîlê Dêra Axtamarênihêrt û geriyan em li cihekî xweş rûniştin û me xwarina xwe jî xwar. Paşê li ser giravê jî, cend ciyên balkêş em geriyan û bi careke din em li keştiyê siwar bûn û paş ve vegeriyan Gewaşê.

Ji bo ku em di wexta xwe de bigihîjin Sasonê, em li ereba xwe siwar bûn û bi lez bi rê ketin. Di rê de hewem li Baykanêrawestiyan. Çend hevalên me yê Îtalî, ji bo agahî bidin dost û hevalên xwe yê Memleketê xwe bi qasî niv saetekê çûn înternetcafeyê. Piştî çay vexwarinê me rewitiya xwe domand. Bi kilam, marş û çepikan saet di 08.00 êvarê deem gihiştin Sasonê. Diviyaem biçûna mala malbatekê gundê Kelhesna ku bi Sason ve girêdayî lê me di rê de bernama xwe guhart. Em çûn Avgerma Sasonê. Wê şevê em li wir di otêlê de bi cih bûn. Me xwe bi dilê xwe di hemamê de şûşt û raketin.                                                                                                            

Motivê nêçîrvanekî bi kevkanî

 

20 Adar 2011             ESKÎF (HASANKEYF)

 Li Avgermê em bi dilê xwe raketin. Piştî xeweke şîrin û aram, wê sibehê em piçek dereng rabûn. Saet li dora 09.00 an bû em rabûn û bi tevayi li ber avahiyê li hev civiyan. Me taştiyeke xurt xwar û xatir ji xwediyê otelê xwest û em kêf, bi coş li ereba xwe suwar bûn û ber bi Eskîfê ve birêketin.

Pêşî li ser riya xwe me serîkî li “Pira Malabadê” xist. Di derheqê wê de me agahî send, Disa me berê xwe da Batmanê.                                                 

Pira Malabadê

Nîvrobûem gihîştin Batmanê. Qasîsaetekê li Batmanê rawestiyan. Me çay vexwar. Hevdîtin bi çend hevalên Batmanî re çêkir. Ew jî dihatin Eskîfê. Wê rojê li Eskîfê “Şahiya Çandina Daran” hebû. Di heman demê de pîrozbahiya Cejna Newrozê jî hebû.

Em bi rê ketin. Demaem gihîştin Eskîfême dît ku gelek însan ji bo beşdar bûna Şahiya Çandina Daran û Cejna Newrozê hatibûn Eskîfê.

Em jî tevlî şahiyê bûn. Me jî wekî herkesî darekê çand. Beşdarê pirozbahiya newrozê bûn. Dîlan kişand. Ketin govendê. Me nedî ku bi çi hawayi dem derbas bû. Êdî roj li ber ava bû. Diviya ji bo tevlîbûna pîrozbahî û şahiya newroza Amedê ya 21 Adarêem vegeryana Amedê. Emli ereba xwe careke din siwar bûn. Me Eskîf li paş xwe hîşt û em ber bi Amedê ve birê ketin.

Li dora 08.00 şevêem gihîştin Amedê. Bivî reng geşt û seyrana me û rewîtiya me gorî dilê me bi kêf, bi coş li Ameda rengin bi dawî bû.

                                                                                     

 Brahim Xelil TAŞ : Di sala 1953’a de li Şilbê, gundekî bi Amedê ve girêdayî hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund xwendiye. Dibistana navîn li Amedê xwendiye, paşê, di 1971’ê de Dibistana Mamostetiyê ya Boluyê qedandiye. Di 1978’a de, Enstîtuya Perwedahiyê ya Amedê, beşa Fransî, paşê di 1995’a de Zanîngeha Anadolî ya Eskişehirê, di beşa Fransî de Lisans xelisandiye. Bi salan mamostetî kiriye.

Niha Li Amedê Dijî.

Advertisements